• DOLAR 32.589
  • EURO 35.072
  • ALTIN 2434.631
  • ...
Goktaş: “Ji ber ku Îslam belav dibe li Xerbê dijberîya Îslamê tê kirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin.

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş dê axavtina vekirinê ya sempozyumê  kir.

Goktaş di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser sedema dijmintîya ku li Xerbê li hember Îslamê tê kirin û destnîşan kir: “ Îro li ser rûyê erdê dînê ku herî zêde û zû belav dibe Îslam e. Ji ber ku ev belavbûna Îslamê di nav alema Xerbê bi xwe de ye ji Îslamê re dijmintî tê kirin. Divê alim, akademîsyen û rewşenbîrên Îslamê li dijî van êrîşên ku li Îslam û Mislimanan tên kirin xebatan bikin. Di vî warî de wezîfe û mesûlîyeta herî mezin dikeve li ser milên îdarevanên welatên Îslamê. Dixwaze bila bê qebûlkirin û dixwaze bila neyê qebûlkirin Ewrûpa Îslamê tercîh dike.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir