Berdevkê AK Partî Çelîk:Em wê bê edebîya ku li hember qibleya me hat kirin şermezar dikin
Omer Çelîkê Berdevkê AK Partî derheqê wê bêedebîya ku li Zanîngeha Bogazîçîyê ji teref jirêderketîyên hevzayend ve hat kirin de daxuyanîyek belav kir.
Çelîk di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Em wê bê edebîya ku li Zanîngeha Bogazîçîyê ji teref komeke jirêderketî ve li hember qibleya me Kabê hat kirin şermezar dikin. Kabe, lûtkeya nirxên mirovahîyê ye.”(ÎLKHA)