Li Meksîkayê 1506 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 155 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 1506 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 1506 kesên din hejmara mirîyan derket 155 hezar û 145an.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 18 hezar û 670 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 825 hezar û 519 kesan.(ÎLKHA)