Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 71 hezar û 621 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 19 hezar û 138 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 19 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 3 milyon û 793 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 575 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 71 hezar û 621 kesan.(ÎLKHA)