Li Meksîkayê 1803 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 146 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 1803 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 1803 kesên din hejmara mirîyan derket 146 hezar û 174an.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 22 hezar û 339 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 711 hezar û 283 kesan.(ÎLKHA)