Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek kes vaksîn li xwe dan
Di bergeha lêxistina vasksîna Coronayê de li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonek kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.
Piştî kontrolên ku nêzî 2 heftîyan berdewam kirin re ji lêxistina vaksîna ku ji Çînê hatibû anîn destûr hat dayîn ku di vê bergehê de Wezîrê Tenduristîyê Koca bû kesê ewil ku vaksîn li xwe da.
Ji 14ê Çileyê vir ve li bajarên Tirkîyê û bakurê Kurdistanê xebatên lêxistina vaksîna Coronavacê berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê heta niha zêdetirî milyonekî kes vaksîna Coronavacê li xwe dan.(ÎLKHA)