Li Rihayê sobeya bi tup teqîya: 2 mirî, 2 birîndar
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di avahîyeke 6 qetî de sobeya bi tup teqîya.
Bûyer doh êvarî li Taxa Aştî ya navçeya Pirsûsê pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de çawîşekî pispor Kaan Can Serpinli û lawê wî yê 4 mehî canê xwe ji dest dan û xanim û qîza çawîşa pispor birîndar bûn.
Ji ber teqînê di avahîyê de şewat derket. Şewata ku derket ji teref ekîbên îtfaîyê ve hat tefandin.
Walîyê Rihayê ji ber bûyera ku pêk hat çû Pirsûsê û birîndaran ziyaret kir.(ÎLKHA)