Li Somalîyê êrîşa çekdarî: 6 mirî 4 birîndar
Hat ragihandin li Somalîyê êrîşa çekdarî li karwana ku Serokê Şaredarîya Herêma Şabelleya Jêr jî tê de bû hat kirin.
Di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kes canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn di êrîşê de tiştek bi Serokê Şaredarîya Herêma Şabelleya Jêr Abdulkadir Sidi nehatiye.
Êrîş ji teref Eş-Şebab ve li ser xwe hat girtin.(ÎLKHA)