Li Şengalê teqîn: 9 kes canê xwe ji dest dan
Li Şengalê ji ber teqîna teqemenîya ku berî niha hatibû bicîkirin 8 leşkerên Iraqî û kesekî sîwîl canê xwe ji dest dan.
![Li Şengalê teqîn: 9 kes canê xwe ji dest dan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Q54agjBZLSMD_iBChBpLTrd7wUU=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/02/li-sengale-teqin-9-kes-cane-xwe-ji-dest-dan-7a88a428.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ekîba taybet a paqijkirina mayînan li gundê Şerayhî Bakur a Şengalê dema ku xebat dikir mayîn teqîya. Di encama teqînê de 8 leşkerên Iraqî û kesekî sîwîl canê xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin mayîn ji ber DAIŞê maye.(ÎLKHA)