Li Bartinê keştî binav bû: 4 kes mirin
Li Bartinê ketîyeke barê ya ku aîdî Rûsan e ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn binav bû.
Di encama binavbûna keştîyê de 4 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî hatin rizgarkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi zor û zehmet tên kirin.
Tê diyarkirin li herêmê bi helîkopter û keştîyan xebat tên domandin.(ÎLKHA)