Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 65 hezar û 566 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 23 hezar û 586 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 23 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 3 milyon û 568 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 481 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 65 hezar û 566 kesan.(ÎLKHA)