Li Meksîkayê 1129 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 140 hezarî
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 1129 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 1106 kesên din hejmara mirîyan derket 140 hezar û 241î.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 20 hezar û 523 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 630 hezar û 258 kesan.(ÎLKHA)