Li Endonezya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber şert û mercên neyînî hatin rawestandin
Berî vê çend rojan li Endonezyayê balafireke rêwîyan a ku 62 kes tê bûn ji radarê winda bû ku dû re hat hînbûn balafir ketiye xwarê.
![Li Endonezya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber şert û mercên neyînî hatin rawestandin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/U3iRSSj-fFpAqWA7vwGEtB5Igxc=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/02/li-endonezya-xebaten-legerin-u-rizgarkirine-ji-ber-sert-u-mercen-neyini-hatin-rawestandin-48b139e9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Tê diyarkirin balafira aîdî Rêhewayên Sriwijayayê ye piştî ku bi hewa ket ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket behrê. Cihê ku balafir ketiyê hat tespîtkirin û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirin hat destpêkirin. Di bergeha xebatan de ceseda kesekî û sindoqa reş a balafirê hat dîtin.
Ji ber şert û mercên giran ên hewayî niha navber ji xebatan re hat dayîn.(ÎLKHA)