Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 62 hezar û 804 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 22 hezar û 934 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 22 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 3 milyon û 448 hezar û 203 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 531 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 62 hezar û 804 kesan.(ÎLKHA)