• DOLAR 32.794
  • EURO 35.242
  • ALTIN 2446.431
  • ...
Li Endonezyayê  cesedê rêwîyekî di balafira ku ketibû de bû hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan li Endonezyayê balafireke rêwîyan a ku 62 kes tê bûn ji radarê winda bû ku dû re hat hînbûn balafir ketiye xwarê.

Tê diyarkirin balafira aîdî Rêhewayên Sriwijayayê ye piştî ku bi hewa ket ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket behrê. Cihê ku balafir ketiyê hat tespîtkirin û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirin berdewam dikin.

Ji ber şert û mercên giran ên hewayî car car navber ji xebatan re tê dayîn

Di bergeha xebatên lêgerînê de ekîban cesedê rêwîyekî dîtin. Li herêmê xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir