Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 91 milyon û 328 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 91 milyon û 328 hezar û 321 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 953 hezar û 182 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 23 milyon û 143 hezar û 197 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)