Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 90 milyon û 693 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 90 milyon û 693 hezar û 444 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 943 hezar û 171 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 22 milyon û 917 hezar û 334 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)