Li Meksîkayê 1038 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 132 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 1038 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 1038 kesên din hejmara mirîyan derket 132 hezar û 69an.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 14 hezar û 362 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 507 hezar û 931 kesî.(ÎLKHA)