Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 186 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 186 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 11 hezar û 479 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 11 hezar û 479 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 186 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 22 hezar û 256 kesan.(ÎLKHA)