Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 64 milyon û 10 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 64 milyon û 10 hezar û 529 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 13 milyon û 259 hezar û 949 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 922 hezar kesan.(ÎLKHA)