Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 88 milyon û 512 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 88 milyon û 512 hezar û 604 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 906 hezar û 860 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 22 milyon û 132 hezar û 45 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)