Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 61 milyon û 533 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 61 milyon û 533 hezar û 814 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 12 milyon û 862 hezar û 216 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 876 hezar kesan.(ÎLKHA)