Hemşîreya Portekîzî ya ku vaksîna Pfîzer li xwe da mir
Hemşîreyeke Portekîzî vaksîna Pfîzer a ku ji teref şîrketên Amerîka û Alman ve hat amadekirin li xwe xist. Lê hê 2 roj ji ser lêxistina vaksînê derbas nebûbû ku hemşîre mir.
Li gorî nûçeya Daîly Maîl, hemşîreya bi navê Sonîa Acevedo ya ku di Beşa Pedîatrî ya Enstîtuya Onkolojîyê ya Portekîz de dixebitî vaksîna Pfîzer a ku ji teref şîrketên Amerîka û Alman ve hat amadekirin li xwe xist. Lê hê 2 roj ji ser lêxistina vaksînê derbas nebûbû ku hemşîre di mala xwe de mir.(ÎLKHA)