Li Meksîkayê 362 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 127 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 362 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 362 kesên din hejmara mirîyan derket 127 hezar û 213an.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 5 hezar û 211 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 448 hezar û 755 kesan.(ÎLKHA)