• DOLAR 34.312
  • EURO 37.22
  • ALTIN 3018.549
  • ...
Li Îranê 24 seatên dawî de 102 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 55 hezar û 540 kesan û bi pêketina 5 hezar û 960 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser milyonek û 243 hezaran.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 102 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 55 hezar û 540 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tesptîtkirin derket li ser milyonek û 243 hezaran.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir