Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 58 hezar û 2 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 26 hezar û 301 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 26 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 3 milyon û 212 hezar û 637 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 447 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 58 hezar û 2 kesan.(ÎLKHA)