Li Kongoyê 25 gundî ji teref mîlîtanan ve hatin kuştin
Li Komereya Demokratîk a Kongoyê 25 kes ji teref mîlîtanên çekdar ve hatin kuştin.
Derbarê mijarê de ji teref rayedarên bajara Benî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; mîlîtanên çekdar ên ku girêdayê Hêzên Tifaqa Demokratîk in êrîşî sîwîlan kirin û di encama êrîşa ku hat kirin de 25 gundî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)