Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 59 milyon û 645 hezaran
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 59 milyon û 645 hezar û 167 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 12 milyon û 175 hezar û 841 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 835 hezar kesan.(ÎLKHA)