Li Meksîkayê 1052 kes ji ber Coronayê mirin û hejmara mirîyan derket li ser 124 hezaran
Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li welêt 1052 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi mirina 1052 kesên din hejmara mirîyan derket 124 hezar û 897an.
Li gorî daneyan di 24 seatên dawî de 12 hezar û 406 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket milyonek û 413 hezar û 935 kesan.(ÎLKHA)