• DOLAR 34.204
  • EURO 38.077
  • ALTIN 2906.51
  • ...
Fetîh hareketa îhya û înşayê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Fetîh hareketeke fetihkirina qelban e”

Di destpêka peyama ku bi navê Xweda lê hat destpêkirin de bi ayet û hedîsan qala ehemîyeta Mekkeyê hat kirin û di peyamê de wisa hat gotin: “ Fetih ne hareketeke weke dagirkeran e ku ew dagirker  bi talan û xerakirinê îşxalan dikin. Fetîh hareketeke wisa ye ku pê îhya û înşa tê kirin da ku însan him li dinyayê û him jî li cîhanê bextewar bibin û bigihijin xelasîyê. Fetih li dijî pergala zilm û dagirkirinê edaletê tesîs dike, pêşîya nebaşî û munkeretan digire û derîyê qencî û başîyan vedike. Digel fethê ewlehiya nesl, dîn, mal, can û eqlê însanan tesîs dike. Ji ber vê yekê divê meseleya  Fetha Mekkê wek bûyereke ji rêzê ya dîrokî neyê xwendin.”

“Di van rojên fethê de bi hinceta sersalê gunehên mezin tên kirin”

Di berdewama peyama ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di van rojên fethê de di bin navê sersalê de gunehên mezin tên kirin ku ev yek meriv xemgîn dike û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Di van rojan de tiştên ku ne li gorî adet, kevneşopî û medenîyeta Îslamê ne tên kirin. Pêxemberê Hz. Muhammed di hedîseke de wiha dibêje: ‘Her kî xwe bişbihêne qewmekî ew ji wan e.’ Divê ev heqîqeta di vê hedîsê de neyê jibîrkirin û sersal wek tiştekî pîroz neyê hesibandin.”

“Em bi ruhê fethê ji Xweda hêvîya îhya û şiyarbûna ji xeflêtê dikin”

Di dawîya peyamê de hat destnîşankirin, sersal ji bo Mislimanan ne tiştekî çandî û dînî ye û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Di wê rojê de divê temamê Mislimanan muhasebeya rojên li pey xwe bikin.  Ji ber vê minasebetê em ji Xwedê hêvî dikin ku ev yek bibe wesîleya hêvîya îhya û şiyarbûna ji xeflêtê.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir