Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 57 hezar û 19 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 27 hezar û 747 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 27 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 3 milyon û 159 hezar û 297 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 593 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 57 hezar û 19 kesan.(ÎLKHA)