Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 56 hezar û 426 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 26 hezar û 513 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 26 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 3 milyon û 131 hezar û 550 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 599 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 56 hezar û 426 kesan.(ÎLKHA)