Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê îro diçe Rûsyayê
Derbarê mijarê de ko teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ji bo beşdarî Civîna 8emîn a Koma Plankirina Stratejîka Hevpar a Tirkîye-Rûsyayê bibe dê sibe biçe Rûsyayê.
Hat ragihandin ew ê Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê û Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji civînê re serokatîyê bikin.(ÎLKHA)