Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 81 milyon û 145 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 81 milyon û 145 hezar û 397 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 771 hezar û 892 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 19 milyon û 573 hezar û 847 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)