Siyonîstên îşxalker êrîşî Xazzê kirin
Hat ragihandin siyonîstên îşxalker û terorîst bi balafiran êrîş birin li ser Xazzê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker di êrîşê de xalên leşkerî yên Hamasê hedef girtin. Di encama êrîşa ku hat kirin de tiştek bi serê tu kesî nehat; lê belê wargehên sîwîlan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Astengdaran û Nexwexaneya Zarokan a Muhammed Durra zirar dît.(ÎLKHA)