Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 53 hezar û 96 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 29 hezar û 935 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 29 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 2 milyon û 963 hezar û 688 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 635 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 53 hezar û 96 kesan.(ÎLKHA)