• DOLAR 32.567
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2438.696
  • ...
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peywendiya telefonî de her du aliyan bi dirêjî li ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê gotûbêj kirin, bi taybetî jî li ser mijara budceyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî çalak û di asteke bilind de, di çareserkirina kêşeyan û gihiştina rêkeftinekê ya navbera Herêm û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê, beşdar bibin.

Mesrûr Barzanî spasiya helwesta Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir, ku daxwaz dike Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane para xwe ya di budceya federalî de werbigre. Herwiha spasiya Pompeo kir ji ber piştevaniya berdewam a li Herêma Kurdistanê di dema karê xwe de.

Di peywendiyê de herwiha tekezî li giringiya pêşxistina zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin, bi taybetî di warê enerjiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge û herwiha alîkariyên teknîkî yên ajansa geşepêdana navdewletî ya Amerîkayê.

Di tewereke din a peywendiyê de, astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin, di çarçoveya vegera awareyan de bo cihên wan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir