• DOLAR 32.209
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2420.475
  • ...
Saglam: “Piranîya qerarên AÎHMê siyasî ne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî hevdîtina ku hat kirin re her du serokên giştî daxuyanîya hevpar a çapemenîyê dan û mijarên di rojevê de nirxandin.

Rojnamegerên ku beşdarî civînê bûn pirsa biryara AÎHMê ya derheqê Selahaddîn Demîrtaş de ji serokên giştî yên her du partîyan kirin.

“Em dibînin ku piranîya qerarên AÎHMê siyasî ne”

Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam pirsa ku hat kirin wisa bersivand: Ez derheqê wê qerara ku AÎHMê daye û dosyayê de zêde agahdar nînim. Biya min nebaş e ku meriv derheqê meseleyeke taybet de fikra xwe bîne zimên. Dewlet him ji ber hinek mecbûrîyetan û him jî ji ber pêdivîyan di nav sazîyên navneteweyî de cî digirin. Dewlet bi vî awayî rotayên xwe xêz dikin. Komareya Tirkîyê jî ji roja ewil vir ve berê xwe daye Xerbê. AÎHM, li gorî Komareya Tirkîyê wek qerareke ku divê li gorî wê bê hereketkirin xuya dike.Madem we li gor peymanên navneteweyî hereket kiriye pêdivîya wê jî kiriye. Min wek hiqûqnasekî dosyayên  AÎHMê taqîb kir. Em dibînin ku piranîya qerarên AÎHMê siyasî ne.Me vê yekê di qerara tesetturê de jî dît. AÎHM qerarên xwe di çarçoveya hiqûqê de nade. Ez bawer dikim ku divê qerarên AÎHMê ne ji hêla yasayî be jî divê ji hêla rûhî ve bên nirxandin. Dîsa biya min divê em berê xwe nedin Yekîtîya Ewrûpayê, divê em berê xwe bidin ummeta Îslamê.  Em xwedîyê çanda Îslamî ne. Ew Peymana Stenbolê ya ku hatiye îmzekirin jî peymaneke navneteweyî ye.Lê belê ev peyman îmzekirina wê tiştekî xelet e. Medenîyeta me û ya Xerbê ji hev cuda ye. Divê welatê me ji pergala ku tetbîqkirina qerarên wê ferz e derkeve.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir