Li Fransayê 3 polês hatin kuştin
Hat ragihandin li Fransayê polêsên ku çûn midaxeleyî pevçûna nav malbatî bikin li rasta êrîşê hatin.
![Li Fransayê 3 polês hatin kuştin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/m6bKO4Z3rxf_mo2Z2ZU75yEyodw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/52/li-fransaye-3-poles-hatin-kustin-dfc04152.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li gundê Puy-de-Domeyê di navbera malbatekî de pevçûn derket û polês ji bo ku midaxeleyî bûyerê bikin çûn cihê bûyerê; lê belê polês li rasta êrîşê hatin.
Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 polês canê xwe ji dest dan û 4 polês jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin êrîş ji teref kesekî 48 salî ve hat lidarxistin.(ÎLKHA)