Îran: Derheqê sûîqasta Fexrîzade de delîlên muhîm hatin bidestxistin
Serokê Komîsyona Polîtîkayên Derve û Ewlehîya Neteweyî yê Meclîsa Îranê Mucteba Zunnûr derheqê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Mucteba Zînnûr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, derheqê sûîqasta Fexrîzade de delîlên muhîm hatin bidestxistin û dû re wiha got: “Me derheqê sûîqasta ku hat kirin de bi Wezîrê Îstîxbareta Îranê re hevdîtin kir û mijarê gotûbêj kir. Di encama tahqîqata ku hat kirin de delîlên muhîm hatin bidestxistin.”(ÎLKHA)