Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 256 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 256 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 19 hezar û 256 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 19 hezar û 256 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 256 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 18 hezar û 602 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 19 hezar û 256 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)