Rejîma îşxalker a siyonistan 3 zarokên Filistînî desteser kir
Hat ragihandin rejîma îşxalker a siyonistan li nêzî Derîyê Rahmetê 3 zarokên Filistînî desteser kir.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên Filistînî hatine wergirtin hêzên îşxalê li nêzî Derîyê Rahmetê ya Mescîda Eqsayê êrîş bir li ser Filistînîyan 3 zarokên Filistînî desteser kirin.
Di wan rojên borî de ji teref Kuluba Êsîrên Filistînî,Sazîya Xwedîderketina Êsîran û Mafên Însanan a Wîcdanê, Lijneya Karên Êsîrên Filistînî û Navenda Agahîya ya Sîlvan Vadî Hilveh ve raportek hat belavkirin û di raportê de hat destnîşankirin, 4 hezar û 400 Filistînî di zindanên siyonistan de tên girtin.(ÎLKHA)