Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê îro dicive
Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê îro dê di serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de li Stenbolê bicive.
Ew ê civîn di seat 17.00an de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de zêdebûna pêketîyan bê nirxandin.
Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca di seat 19.00an de daxuyanîyekê bide.
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 215 canê xwe ji dest dan ku bi vê hejmarê, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 18 hezar û 602 kesan.(ÎLKHA)