Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê bi dawî bû
Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê bi dawî bû.
Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di dawîya heftîyê de hatibûn dayîn.
Ji ber sînordarkirina ku hat îlankirin li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêdengî hakim e.
Li gorî talîmata ku ji walîyên bajaran re hatiye şandin market, dikan, qasab û çerezfiroş dê di navbera seat 10.00-17.00an de vekirî mabûn.(ÎLKHA)