• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandekî parêzgehên Iraqê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku hat kirin de Barzanî tekez li ser girîngiya hevkarî û hemahengiya di navbera parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê kir

Di hevdîtinê de rewşa xizmetguzarî û kar û projeyên li parêzgehên Iraqê û hevkarî û hemahengiya di navbera parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê li rêya lîjneya hemahengiya parêzgeran û parêzgehên Iraqê ve nirxandin û tîşk xistin li ser wan kêşe û giriftên li rûyê kargêrî û darayî ve têne ber encamdana kar û projeyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Barzanî û şanda mîhvan hevre bûn ku parêzgeh, pêwîstiya wan bi parvekirina zêdetirê desthilatê û pêdana derfetên zêdetire bi kerta taybetî yên biyanî û navxweyî heta bikarin li hemû warên xizmetguzarî û kar û projeyan da li Iraq û Herêma Kurdistanê kar bikin û ji bo vê mebestê divê li rûyê yasayî û kargêrî ve piştevanî û hêsankariya zêdetir bê kirin û bêne handan, her wiha şanda mîhvan sersamiya xwe bi ezmûna kerta taybet ya li Herêma Kurdistanê nîşan da û hêvî xwestin sûd jê bibînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir