Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 76 milyon û 623 hezaran
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 76 milyon û 623 hezar û 336 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 691 hezar û 852 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 18 milyon û 77 hezar û 768 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)