Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 246 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 246 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 26 hezar û 410 kes jî bi vîrusê ketin.
![Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 246 kes canê xwe ji dest dan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/yXIB27-sKsuT5n0DhJXtsLbXb3M=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/51/li-tirkiye-di-24-seaten-dawi-de-246-kes-cane-xwe-ji-dest-dan-15e08f01.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 26 hezar û 410 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 246 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 17 hezar û 610 kesî.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 26 hezar û 410 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)