Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike
Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê berdewam dike.
![Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/rnL67iySbpcCYMfV3ZG4C2hDopM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/51/li-tirkiye-u-bakure-kurdistane-sinordarkirina-hatin-u-cune-berdewam-dike-74c2ecc4.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di dawîya heftîyê de hatibûn dayîn.
Ji ber sînordarkirina ku hat îlankirin li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêdengî hakim e.
Li gorî talîmata ku ji walîyên bajaran re hatiye şandin market, dikan, qasab û çerezfiroş dê di navbera seat 10.00-17.00an de vekirî bin.(ÎLKHA)