Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 67 hezaran
Hat ragihandin li Îtalyayê di rojekê de ji ber Coronavîrusê 683 kes mirin û hejmara mirîyan derket 67 hezar û 220 kesî.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îtalyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di rojekê de 18 hezar û 236 kes bi vîrusê ketin û ji ber Coronavîrusê 683 kes mirin û hejmara mirîyan derket 67 hezar û 220 kesî.(ÎLKHA)