Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 243 kes canê xwe ji dest dan
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 243 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 27 hezar û 515 kes jî bi vîrusê ketin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 27 hezar û 515 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 243 kesên din jî ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 17 hezar û 364 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de destnîşan kir, hejmara kesên ku îro bi wan re vîrus hat tespîtkirin 27 hezar û 515 kes e. Hejmara nexweşên me yên giran jî zêde dibe.”(ÎLKHA)